ÎranNûçeRojhilatanavin

Bêhewcetiya hêza deryayî ya artêşa Îranê li warê çêkirina kelûemelên deryayî

Fermandê hêza deryayî ya stratejîk a artêşa Komara Îslamî ya Îranê got : Ev hêz li warê çêkiirna kelûmelên deryayî bêhewce bûye .

 Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî fermandê hêza deryayî ya strateîjk a artêaş Îranê îro li seredana  lêkolîngeh û ceribîngehên deryayî yên zanîngeha pêşeyî ya Îsfehanê, navenda Îranê got : Kelûmelê  hêza deryayî ya artêşa  Îran jibo hizûra li avên dûr ji welêt bi hemî teknolojiyên pêdivî hatiye xwecîkirin û amadeyî xebatê ye .

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Îranê bal kişand ser meşqên welatên din li avên welatên xwe li navçê û got : Li kendava Farsê û deryaya Umanê her welatê ku bixweze meşqekê cih bîne nawêre bikeve nav  avên Îranê.

Emîr deryadar Seyarî destnîşan kir: Meşqa Wilayet -95a hêza deryayî ya artêşa Îranê heya beriya meha Adara 2017`an jibo nîşandayîna  îqtidara Komara îslamî ya Îranê tê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu