ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî bersiveke tund da prensê Siûdî: Ev nizane şer çi ye

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî bersiveke tund da prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman û got: “Ev xeyal û rastiyan tevlî hev dike û nizane şer çiye. Yan dîrok nexwendiye an jî bi tu kesên aqilmend neşêwiriye.”

Behram Qasimî ji bo berdewamiya axaftina xwe de ji bo peyvên bin Selman got: “Daxuyaniyeke kusteh û bêwate ye.”

Muhammed bin Selman di serdana xwe ya Amerîkayê de ji rojnameya Wall Street Journalê re gotibû: “Divê em xwe ji şerekî bi Îranê re biparêzin, eger em bi sernekevin îhtîmale di nava 10-15 salan de şerekî me bi Îranê re çêbibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu