CîhanEwropaNûçe

Li Brezîlyayê 152 girtiyan firar kir

Hat ragihandin ku li eyaleta Sao Paolo ya Brezîlyayê piştî serîhildana girtiyan di girtîgehekê de, 152 girtîyan firar kir.

Rayedarên Girtîgeha Sao Paoloyê ragihandin ku li girtîgeha Bauru ya bajarê Bauruyê girtiyan serî hilda ye û 152 girtî reviyane.

Rayedaran diyar kir ku 90 ji wan girtiyên firar kirine di demeke kurt de ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û xebatên ji bo desteseririna 62 girtiyên din ên firarî jî berdewam dikin.

Li gor rayedarên ewlekariyê mehkuman 3 avahiyên çêkirina wan berdewam dikir ên di hundirê girtîgehê de, şewitandine û reviyane.

Li Brezîlyayê ji sersalê ve di encama serhildanên girtîgehan de, zêdetirî 100 mehkuman jiyana xwe ji dest daye û bêhtirî 200 girtîyan jî firar kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu