ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Behram Qasimî: Êrişên Erebistanê ser deverên xelknişîn li Yemenê binpêkirina mafê mirovan e

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê zêde û giranbûna êrişên Erebistana Siûdî ser malên xelkê Yemenê û cihên sivîl û girtina pêşiya rêxistin û teşkîlatên navneteweyê bona gihandina alîkariyê bo xelkê Yemenê binpêkirina eşkera ya mafê mirovan da zanîn û ew şermezar kir.

Di encama êrişa şeva bihûrî ya balafirên Siûdî ser bazarekî bajarê El-Xewne li parêzgeha El-Hedîde ya rojavayê Yemenê 26 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gor ragihandina dayira giştî ya dîplomasiya medyayê li wezareta derve ya Îranê,Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên din ên navneteweyî xwest ku mijara qirkirina xelkê sivîl yê Yemenê bi balafirên şêr ên siûdî bi baldarî ve hilkolin û bertekê nîşan bidin.

Qasimî herwiha ragihand ku rêxistinên navneteweyî divî bi lezgînî bi her awayekî rê li ber van êrişên dirindane ser xelkê sivîl yê Yemenê bigirin û ji bo ewlehî û saxmayîna xelkê sivîl bi taybetî jin û zarokan çi ji destê wan tê bila cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu