ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî: Komara Îslamî ya Îranê li destpêkê berê xwe dide peywendiyên aborî tev welatên cînar û derûdora xwe

Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Siyaseta derveyî ya Komara îslamî ya Îranê gor danûstandinên berfireh tev welatên cîhanê hatiye danîn“.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê li gotinên xwe yên duh Yekşemê destnîşan kir: “Siyaseta sereke ya Komara îslamî ya Îranê ragirtina rêz û hurmeta welatên cîhanê û xwetêkelînekirina nav karûbarên welatên din e û Îran hema dewamê dide van cure siyasetên xwe û Têhran li gorî berçavgirtina zirûfên heyî û karayiyên heyî di nav welatên cîhanê, peywendiyên xwe tev welatan berfireh dike“.

Berdevkê wezareta karên ya Komara Îslamî ya Îranê li bara çawaniya berfirehkirina hevkariyên abûrî yên Îranê tev welatên cîhanê jî got: “Komara Îslamî ya Îranê li destpêkê berê xwe dide peywendiyên abûrî tev welatên cînar û derûdora xwe“.

Qasimî her wisa bal kişande ser hevkariyên Têhran û Moskowayê li babeta xebata dijî terorîzmê li Sûriyê û destnîşan kir: “Rûsiya wekî welatekî bi hêz ê navçê û cîhanê bona Îranê girîngiyeka taybet heye û li vî halî da Moskowa û Têhranê li hinek babetên navçeyî nêhrînên wekhev hene bo nimûne siyaseta her du aliyan li babeta meselên Sûriyê wek hev e û her du welat jî li nav Sûriyê hene û alîkariya dewleta Şamê dikin ku eva jî ser vexwendina dewleta Şamê bi xwe ye û hizûra Îranê li nav axa Sûriyê jî musteşarî ye“.

Başa dön tuşu