AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Behrewergirtina ji paqijgeha herî mezin a dexl û dana Rojhilata Navînê bi hebûna Rûhanî

Navenda paqijkirina dexl û danê ya Zer ku ya herî mezin li Rojhilata Nacvînê û yekem paqijgeha dexl û dana Îranê ye her wiha sîlo û ambarên dexl û danê, tesfiyexaneya pêşeyî û tirmînala hesinrê ya vê navendê sibeha îro anku sêşemiyê bi amadebûna serokê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê hat vekirin.

Roja îro di yekem roja sî û heştemîn salvegera Dehrojiya Fecra Înqilaba Îslamî, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bi seredana beşên cûrbicûr ên vê navenda pêşeyî û madeyên xwarinî bi raveya birêvebir û pisporan li bara kiryar û çalakiyên navenda paqijkirina dexl û danê ya Zer agahî bi dest xistin.

Her wiha hevdem digel amadebûna serokê Komara Îslamî ya Îranê li navenda amadekirina dex û danê, kulinga destpêkirina opêrasiyona cihanînê ya Plana Zerkamê (Berhemanîna Bîskoît, Kilûçe, Şîraniyên bêyî ardê û şokolatê) li erdê ket.

Ev projeya mezin wek navendeke paqijkirina dexl û danê bi xwareka bingehîn a cûreyên dexl û danan dikare madeyên seretayî û amadekirî yên bereyeke berfireh a pêşeyên bindestî bêyî girêdayîbûna bi derveyî welêt dabîn bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu