ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina sênaryoyên sekinîna li hemberî gefên Amerîkayê li civîna serokên hêzên Îranê

Civîna sisiyan a Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî roja şemiyê bi hebûna serokên sê saziyan û bi serokatiya serokê Komara Îslamî ya Îranê hat damezirandin û têda sênaryoyên cûrbicûr ên sekinîna li hemberî kiryarên bigef ên Amerîkayê li dijî abora Îranê hatin hilkolandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Li vê civîna Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî, tevdîrên guncan ji bo amadetiya Îranê bona sekinîna li hemberî her cûre boykota hitmalî ya Amerîkayê û girtina pêşiya danîna bandora nerênî li ser jiyana gel, berhemanîna welêt û rêvebirina bûdceya dewletê hatin berxwegirtin.

Li civîna sisiyan a Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî pêwîstiya kiryara ciddî li atmosfêra hiqûqî ya welêt ji bo têkoşîna dijî diravşûştinê û dabînkirina malî ya têrorîsmê û berfirehkirina hevkariyên bankî yên navneteweyî û sekinîna li hemberî astengîderxistinên Amerîkayê li vî warî da hat pesendkirin.

Her wiha pêşniyarên Saziya Bername û Bûdceyê ya Îranê ji bo bidestxistina bêhewcetiya bi derve ya herî bilez li warê berhemanîn û bikaranîna benzînê hewce ji bo welêt û girtina pêşiya ziyandîtinê li warê enêrjiyê û dabînkirina hewcetiya xelkê hat hilkolandin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Başa dön tuşu