IraqNûçeRojhilatanavin

Namzedê serokwezîrtiyê Heşda Şeibî Hadî Amirî ye

Serokê grûba Ehlê Heq a girêdayî rêxistina Heşda Şeibî Qeys Xezalî di axaftina xwe de ragihand ku namzedê me yê serokwezîrtiye Hadî Amirî ye.

Serokê grûba Ehlê Heq a girêdayî rêxistina Heşda Şeibî Qeys Xezalî di axaftina xwe de got: “Serokê Tifaqa Fetih Hadî Amirî namzedê me yê serokwezîrtiyê ye.” Tifaqa Fethê ji 15 grubên nava Heşda Şeibî pêk tê.

Qeys Xezalî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di diyarkirina serokwezîrê Iraqê de rola herî mezin a Tifaqa Fethê û dê Hadî Amirî bibe namzedê serokwezîrtiyê. Eger Hadî Amirî nebe serokwezîr em serokwezîrekî nû qebûl nakin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu