NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrînê du teqîn qewimîn, kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê bakurê Rojavayê Sûriyê, du teqîn qewimîn. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndar hene.

Îro danê sibehê li nav bajarê Efrînê dengê du teqînan hat bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama wan teqînan de herî kêm 3 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku her du teqîn jî di encama teqîna bombên vedayî de qewimîne. Bombek bi mînbûsekî de teqiyaye ku bûye sebeba kuştina 3 kesan û birîndar bûna 12 kesên din. Nayê zanîn ka di nav wan de çekdar jî hene yan na.

Li gorî agahiyan, bomba din jî, ji aliyê hêzên asayişê ve û beriya ku ji aliyê kesên ku bomb danîne ve were teqandin, hatiye teqandin ji ber wê jî ti ziyana canî di wê teqînê de nebûye.

Başa dön tuşu