IraqNûçeRojhilatanavin

Deşta Nînowayê bi temamî hate kontrolkirin

Fermandarê Operasyonên ‘Wa Hatin Nînowa’ General Ebdulemîr Reşîd Yarûllah ragihand ku Deşta Nînowayê bi temamî ji deste DAIŞê hatiye derxistin.

Di heman demê de Lijneya Ragihandina Şer a Iraqê jî aşkere kir ku Firqeya Nehemîn a Artêşa Iraqê li eniya Zapê, li rojhilatê çemê Dîjleyê gundê Gesrê kontrol kirine.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir ku di 24 saetên borî de, firokeyên li Iraqê 9 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya Fermandariyê, di êrîşan de navçeyên Beşîr, Bêcî, Rawe, Mûsil û Tilaferê hatine hedefgirtin û di encamê de yekîneyên DAIŞê hatine bombebarankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu