NûçeRojhilatanavin

BEHREYN- Xwenîşandana dijî hikûmetê li Behrêynê

Gelê Behrêynê bi nîşana nerazîtiya ji ber siyasetên rêjîma Alê Xelîfê derketin kolanan.

Li gorî rapora Press TV`yê, welatiyên behrêynî pê birêxistina xwenîşandanê li navçeyên cûrbicûr ên Behrêynê ji wan Kerane û Belada Qedîm, nerazîtiya xwe li hemberî siyasetên Rêjîma Alê Xelîfê yên li dijî neraziyên behrêynî nîşan dan.

Xwenîşanderên behrêynî tevî bilindkirina hin dirûşmeyan, xwestin ku herî zû zindaniyên siyasî bi taybet serokê Civata Islamî ya Wifaqa Neteweyiya Behrêynê, şêx Elî Selman werin azadkirin.

Xwenîşanderan ji rêjîma Alê Xelîfeyê xwestin ku tepeserkirina dijberên siyasî û çalakên mafên mirovan rawestîne. Behrêyn ji 14`ê Sibata 2011`an va bûye qada nerazîtiyên biaştî yên gelanî li dijî rêjîma Alê Xelîfeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu