BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Behrêyniyek li zîndana navendî ya Coyê şehîd bû

Çavkaniyên nûçeyan ên Behrêynê êvara pêncşemiyê salix dan ku Mihemed Sehwan welatiyê vî welatî li zîndana navendî ya Coyê şehîd bûye.

Li gorî rapora El Alemê, ji dema ku deh kes ji girtiyên behrêynî di destpêka sala nû ya zayînî da karîn ji vê zîndanê revîn, birêvebiriya zîndana navendî ya Coyê zêdetir ji berê zext û azeriandin û bisînorkirina zîndaniyan pêk anîye.

Behrêyn ji 14`ê Sibata 2011`an va bûye qada serhildana gel li dijî Rêjîma Alê Xelîfe.

Gelê Behrêynê dixwazin ku azadî û edalet hebe, cihêkarî were wêdadayîn û pergaleke hikûmetî ya bijartî ji aliyê gel va bibe desthilatdar; Lê Rêjîma Alê Xelîfe ji bo serkutkiirna elava xwenîşandana gelê vî welatî hejmareke zêde ya welatî û rêberên dijber girtine û bi saya dosyeçêkirina li dijî wan, hikmên zîndaniya dirêj li wan birrye.

Behrêyn wekî welatê herî biçûk ê rojavaya Asyayê li gorî ragihandina saziyên çalak li warê Mafên Mirovan, zêdetirîn zîndaniyên siyasî têda hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu