ÎranNûçeRojhilatanavin

Beîdînejad: Peymanama Airbas`ê dawiya boykota herî kevn a dijî Îranê ye

Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Ingilistanê, peymanama Kompaniya çêkirina balafiran a Airbas`ê ya Fransayê bi Îranê re dawiya boykotan da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hemîd Beîdînejad, balyozê Îranê li Ingilistanê bal kişand ser peymannameya kirîna balafiran a di navbera Têhranê û kompaniya çêkirina balafiran a Airbas a Fransayê, û destnîşan kir ev peymannameya her wekî peymannameya bi Bûîngê re ku ji destkevtên herî girîng ên Lihevkirina Navokî ye, dawiya boykotêa herî kevn a dijî Komara Îslamiya Îranê tê hesêb.

Balyozê Îranê li Ingilistanê herwiha peymannameya bi Airbas`ê re peymaneka girîng a bazirganiyê da zanîn ku bi hatina balafirên nû nav navgana balafirên Îranê, wê bibe sedema geşbûna pêşeya hewayî ya Komara Îslamiya Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu