CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Karger: Îro çanda berevaniya pîroz ji sînorên Îranê derbas bûye

Serokê Erkantiya rêzgirtina ji 36 mîn salroja hemasa azadkirina Xuremşehrê got: Gelên cîhanê bi mînakkirina çanda berevaniya pîroz li Îranê karîn ku li hember DAIŞ`ê û komên din ên serbixwe û kirêgirtî bisekinin û welatê xwe ji lepên terorîstan rizgar bikin.

 Li gorî rapora Sipah Newsê, serdar sertîp Behmen karker roja duşemiyê bereberê salroja azadkirina  Xuremşehrê û li civîna  rojnamevaniyê got: Berevaniya pîroz ji bo welatên din bûye mînak û îro rojê çanda berevaniya pîroz  ji sînorên Îranê jî derbas bûye.

Pêncşemiyê 3 Xurdadê, 24 Gulanê, salroja azadkirina Xuremşehrê li sala 1982` an e. Ev roja li rojhejmêra  Komara Îslamî ya Îranê wek roja  berxwedanê,  îsar û serketinê hatiye binavkirin.

Serokê Erkantiya rêzgirtina  ji 36 mîn salroja  hemasa azadkirina  Xuremşehrê her wiha li bara operasyona Bytul Muqedesê ku bû sedema azadkirina  Xuremşehrê û beşeke zêde ji axa Îranê, destnîşan kir: Pişta artêşa Rejîma Besê ya Iraqê li êrişa berfireh a bejahî û deryayî ya Îranê işkest û piştî cihanîna  vê operasyonê, îstikbara cîhanî  qaweta artêşê û Sedam dîktatorê îdamkirî yê Iraqê venijhêrî û  li dû hin rêçareyan ji bo cebirandina  vê işkestê bû ku yek ji wan aşitî bû.

Sertîp Karger her wiha lidarxistina merasima  rêzgirtina  ji îsarkiran bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bernameyên  bîranîna hemasa azadkirina Xuremşehrê da zanîn û destnîşan kir: Di bernameyên taybet ên  îsal li rojên  çarşem, pêncşem û Îniyê  dê destkewt, peyam û dûhatên  operasyona  Beytulmuqedesê werin  hilkolandin.

Başa dön tuşu