NûçeRojhilatanavinSûriye

Teqîna întiharî li Idliba Sûriyê

Grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre ragihand ku teqîna întiharî li bajarê Idliba Sûriyê û bi rmanca kuştina Ebdullah El-Muhîsnî, miftiyê ev grûpa terorîstî qewimiye.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê televîzyona  Meyadînê, bereya El-Nusre ji teqîna  întiharî li ber mizgevta Ebûzerê Qefarî li bajarê Idliba Sûriyê agahî da.

Li gorî vê raporê, li vê teqînê yek ji hevriyên  Ebdullah El-Muhîsnî miftiyê siûdî yê bereya El-Nusre hat kuştin û hîn  tiştek li bara çarenivîsa Muhîsînî  nehatiye ragihandin.

El-Meyadînê her wiha ragihand: Navenda medyayî ya grûpên çekdar li Sûriyê ragihand ku armanca teqîna întiharî ya îro li ber mizgevta Ebûzerê Qefarî ya bajarî Idlibê, terora Ebdullah Muhîsînî miftiyê siûdî ya  bereya El-Nusre bûye.

Li gorî ragihandina vê navendê, çend kes li vê operasyonê ku bi ekmberê teqînê cih hat, hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji aliyê din ve terorîstan êriş kirin ser hêzgeha sereke ya iliktrîkê li Derayê ku  berhemhênerê sereke yê iliktrîka  vî bajarî ye û xisarên giran li vê hêzgehê xistin bi curekê ku xebata  hêzgehê hatiye rawestandin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu