ÎranNûçeRojhilatanavin

Beîdînijad: Kiryara Senaya Emerîkayê binpêkirina eşkere ya rêketinama navokî ye

Hemîd Beîdînijad balyozê Îranê li Inglîzê roja yekşemê li Înstagrama xwe de bal kişand ser pejirandina qanûna dirêjkirina boykotên li dijî Îranê li meclîsa nuneran û Senaya Emerîkayê û diyar kir dirêjkirina qanûna boykotên Emerîkayê li dijî Îranê û hitmala îmzekirina wê ji aliyê serokomarê vî welatî dê gelek şik û guman li bara sekinîna Waşengtonê ser soz û peymanên xwe  pêk bîne.

Beîdînijad destnîşan kir Îran bi micidî kirayar Emerîkayê hildikole ku biryara xwe bide û  bertekeke hêja û pêkan li hember wê  nîşan bide.

Balyozê Îranê li Brîtanyayê tekez kir li gorî hevhatinan divê dewleta Emerîkayê li gor desthilata xwe qanûnên ku kongerê jibo boykotan kivş kiriye ji holê rake û wan rawestîne.

Beîdînijad her wiha  nivîsî jibo vegerandina boykotên Îranê divê dewleta Emerîkayê serbixwe biryarê bide ku ger biryareke wiha bê dayîn eva bêşik weke binpêkirina reêketinama navokî ye.

Senaya Emerîkayê pêncşemiya buhurî pêşniyarqanûna meclîsa nuneran a Emerîkayê dirêjkirina boykotên li dij Îranê ji bo deh salên din ku bi navê qanûna ISAyê tê nasîn bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengeke Na pejirand û bi vî awayî kongera Emerîkayê dengê xwe da dewama  boykotên îranê heya dawiya sala 2026-an. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu