AborîMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Bêkariya bi sedan hezar karkerên biyanî li Erebistana Siûdî

Ji ber daketina bihaya niftê û kêmbûna berbiçav a bûdceya dewleta Erebistanê, gellek karkerên biyanî, karê xwe ji dest dane û neçar man vî welatî biterikînin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, dewleta Erebistanê li çarçoveya pêkanîna kar û xebatê ji bo zêde ji yek mîlyon û 300 hezar ji welatiyên xwe, neçar e ku firoşerên biyanî yên li vî welatî, ji welêt derxîne.

Li gorî vê raporê wezareta kara Erebistana Siûdî ragihand ku di mideha 60 mehên tê de firoşeyên têlêfonên berîkan ku xelkê welatên din in, dê îzna xebatê tunebin, Amara sala 2014`an a Erebistana Siûdî vê yekê nîşan da ku seyan yekê, nifûsa niha ya Erebistana Siûdî, welatiyên biyanî ne.

Lê bi daketina bihaya niftê li bazarên cîhanî û kêmbûna zaf a derhata Erebistanê ku aboriyeka yekberhemî heye, siyaseta vî welatî ya li hember karkerên biyanî, dê bi awayekî bingehîn biguhere.

Bihaya bêkariyê li Erebistanê, sedî 11.5 e û dewleta vî welatî ku bûdceya pêwîst ji bo pêkanîna derfetên xebatên nû tuneye, berê xwe daye karkerên biyanî û dil heye kerkerên xwe yên biyanî kêm bîke ta ku karên wan bide welatiyên siûdî. Rayedarekî payebilind ê Siûdî ku navê wî nehatiye gotin, Ajansa nûçeyan a Reuters`ê re gotiye ku muhtemel e ku yek mîlyon karkerên biyanî karên xwe ji dest bidin û neçar bimînin ku Erebistanê biterikînin.

Gellek kompaniyên malçêkirinê ku peymanên giranbiha tev dewleta Siûdî hene, ji ber ku dewletê ji ber kêmbûna bûdceyê, pereyên wan nedaye, tûşî pirsgirêkên pereyî bûne û di encamê de jî gellek karkerên biyanî derxistine yan jî idî dema peymanên wan dirêj nakirin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu