ÎranNûçeRojhilatanavin

Belgefîlma bi navê `Ûrmiye Bajarê Navnetewî` bi 5 zimanan tê çêkirin

Şaredarê Ûrmiyeyê ragihand ku belgefîlma bi navê `Ûrmiye bajarê navnetewî` bi 5 zimanan tê çêkirin

Li gor rapora Kurdpress`ê, şaredarê Ûrmiyeyê, Mihemed Hezretpûr di merasîma vekirina Pêşangeha Şiyan û erf û Edetên Gundiyên Navçeya Sîlvanaya Ûrmiyeyê de ku li Dizeya Mirgeverê hat lidarxistin de ev nûçe ragihand û got: Di vê belgefîlmê de wê bedewiyên Ûrmiyeyê bên nîşandan.

Wî da zanîn ku karê çêkirina vê belgefîlmê ji aliyê Omîd Şekeryazî ve tê meşandin û got: Ev belgefîlm di 20 xulekan de û bi 5 zimanan tê çêkirin.

Hezretpûr wiha berdewam kir: Nasandina derfetên geştiyarî, veberanîn û çandî yên Ûrmiyeyê bi armnca kişandina berhemkar û geştiyarên biyanî bo bajêr û nasandina Ûrmiyeyê wekî bajarekî girîng û bibandor, armancên sereke yên çêkirina vê belgefîlmê ne.

Wî herwiha diyar kir ku yek ji xalên herî girîng ên belgefîlmê nîşandana yekîtiya di navbera netewe, ol û çandên cihêreng ên Ûrmiyeyê de ye.

Wî got: Ûrmiye keskesora yekîtiyê ye û ev yek bûye sedema navdarbûna wî bajarî.

Ev belgefîlm wê di dawiya tîrmehê de bê ser ekranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu