BehreynNûçeRojhilatanavin

Îbtalkirina sefera taxima Rejîma Siyonîst bo Behreynê

Sefera taxima bazirganî û siyasî ya Rejîma Siyonîst bo Behreynê bona beşdariya li konferansa aborî ya navneteweyî ya Menamê hat îbtalkirin.

 Li gorî rapora Reuters`ê, Canatan Ortmanz serokê konferansa aborî ya navneteweyî ya Menamê got: Li halekê ku  Behreynê pêşniyar kire taxim aîsraîlî ku dê pêşewaziyê ji beşdariya wan bikin , lê ev taxima îro yekşemiyê biryar da ku ji ber dilgiraniyên  ewlehiyê beşdariya konferansa Menamê neke.

 Li gorî vê raporê, îbtalkirina hizûra taxim îsraîlî li vê konferansê piştî wê cih hat ku parlemana  Behreynê mazûvaniya welatê xwe ji kesayetiyên  siyonîst li konferansa aborî ya pêkanîna kar û şuxilan şermezar kir.

 Pêştir çavkaniyên  behreynî raghandin ku 45 kesayetiyên siyonîst bi serokatiya  Êlî Kohên wezîrê aboriyê yê Rejîma Siyonîstî  dê beşdarê konferansa navneteweyî ya  pêkanîna  kar û şuxilam a Mnamê  bibin ku ji 15 heya 18 Nîsanê dê were lidarxistin.

Başa dön tuşu