ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nêmêja îniyê ya Têhranê

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Komara Islamî ya Îranê dê tu carî tev Amerîkayê aştiyê pêk neyne.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê, hucet ul-islam wel-muslimîn Kazim Sidîqî her viha got: Roja îro sekinîna li hemberî Amerîkayê erkek û di rastiyê da sekinîna li hemberî xapandin, destdirêjî, zorbêjî, têror û kodêtayê ye.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê tevî şermezarkirina kiryara Amerîkayê ya zevtkirina derdora 2 miliyar dolar ji heyitiyên Komara Islamî ya Îranê û bêsoziya dewleta Amerîkayê li warê cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da, got: Îran dê bi iqtidarê heyitiyên xwe ji Amerîkayê bistîne.

Sidîqî her viha tevî rêzgirtina li roja mamoste û karkiran û roja Hîva Sor, got: Kerameta mamoste û karkiran divê ku di asta herî bilind da were parastin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê bi gotina viya ku karkir li Îranê ji ceribandinê baş derbas bûne got: Karkirên îranî di rewşa boykot û gefan da ku gelek navendên karkirinê hatin girêdanê û gelek kesan karê xwe ji dest dan, bi îman, sebr û morala inqilabî li ber xwe dan.

Hucet ul-islam welmuslimîn Kazim Sidîqî her viha bi gotina viya ku saziya perwerdehiyê hewcedarê guhertinê ye, got: Komara Islamî ya Îranê li navçe û cîhanê hin dijminên xwe hene û di warê çand û exlaqê da divê ku peyreviya ji pêşengên dînî, serfirazî û iqtidar wek ders li dibistanan bê hînkirin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê roja bijartina hezretê Mihemed (S) bo pêxemberiyê (Roja Bêisetê) jî tevgera rizgariay mirovahiyê û têkoşîna li hemberî nezaniyê da zanîn û bi bîr xist: Bêiset vejînera hemî nirxan û têkbira gişt zilm, zor û siteman e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu