ErebîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Erebistanê cezayê îdamê bo 15 kesan derxist

Dadgeha Tawanan li Erebustana Siûdiyê bi tohmeta sîxorîkirin bo Îranê, cezayê sêdaredanê bi ser 15 kesan de sepand.

Li gorî agahiyan, Dadgeha Tawanan a Riyazê cezayê îdamkirinê bo 15 kes ji koma 50 kesên endamên şaneyeke sîxoriyê, derxsit. Erebistana Siûdiyê ew kes bi encamdana karên sîxorî bo berjewendiya Îranê tohmetbar kiribû.

Wezareta Navxweya Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ew 50 kesên ku hatine girtin, ji bo Îranê karên sîxorî kirine û derbarê Siûdiyê de zanyariyên serbazî û ewlehî dane desthilatdariya Tehranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu