NûçeRojhilatanavinYemen

Bendera Mexayê di kontrola hêzên dewleta istêfakirî ya Yemenê da ye

Hêzên ser bi dewleta istêfakirî ya Yemenê bi piştgirîya hevalbendîya di bin fermana Erebistanê da, kontrola bajarekî perravî li parêzgeha Teizê xistin destê xwe.

Rayedarekî serbazî yê Yemenê di vî warî da got ku hêzên hogirê Mensûr Hadî îro derbasî beşa başûra rojavaya bajarê Mexayê bûn û kontrola wî girtin destê xwe. Hema bêje niha ev bajara tam vala ye.

Tê gotin ku hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê piştî pevçûnên giran ji bajarê perravî yê Mexayê derketine.

Li gorî rapora mêdyayên yemenî, balafirên cengê û helekopterên Apaçî yên hevalbendîya di bin fermana Erebistanê da ji destpêka îro va herîkêm 100 êrişên hewayî li van deverana pêk anîne.

Li gorî nûçeyeke din, di encama êrişên hewayî yên Erebistanê ser parêzgehên Seide û Hedîdê da, 8 kes ji wan 2 jin hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha li otobana sereke ya bajarê Meranê li parêzgeha sînorî ya Seidê êrişî 2 maşînên sivîl kirin ku di encamê da 7 welatî ji wan jinek hatin kuştinê.

Di encama êrişa hewayî ya balafirên cengê yên Erebistanê ser malekê li devera Seyalîye ya parêzgeha Hedîdê da jî jinek hat kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu