ÎranNûçeRojhilatanavin

Şehadeta 4 hêzên sînorvaniya Îranê li şerê tev şerûtan

Alîkarê civakî yê qumandetiya sînorvaniya parêzgeha Sîstan û Bilûçistanê(Başûra rojhilata Îranê) îro sêşemê ji şehîdbûna 4 hêzên sînorvaniya Îranê li şerê tev terorîst û şerûtên çekdar xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, General Ebulhesen Ziyayî alîkarê civakî yê qumandetiya sînorvaniya parêzgeha Sîstan û Bilûçistanê(Başûra rojhilata Îranê) bal kişande ser şer û pevçûna di navbera hêzên sînorvaniya Îranê tev şerûtên çekdar li pişka sînorî ya Rîg Melikê li bajarê Mîrcawê û got: Sê hêzên sînorvaniya Îranê jî birîndar bûne.

Şerûtên çekdar û kirêgirtî li van salana çend caran ji nav axa Pakistanê ketine nav axa Îranê û operasiyonên terorîstî cih anîne ku ji ber van cure kiryarên nemirovaneye wan hinek ji welatî û hêzên sînorvaniya Komara îslamî ya Îranê li navçên curbicure parêzgeha Sîstan û Bilûçistanê şehîd ketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu