AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Cinayetên plankirî yên artêş û polîsên Miyanmarê li dijî misilmanan

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan li bara cinayetên plankirî yên artêş û polîsên Miyanmarê li dijî misilmanên Rohîngiyayê agahî da.

Li gorî rapora Press TV`yê,  Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan roja duşemiyê bi weşandina  raporekê ragihand: Hêzên dewleta Miyanmarê li eyaleta Raxînê, destdirêjiyê ser jin û keçên kêmînên misilman ên Rohîngiyayê dikin.

NY her wiha  ji dewleta Miyanmarê xwest ku  destxwe li hember raporên  li bara  destdirêjiya ser jin û keçên misilman bertekê nîşan bide.

Li vê raporê hatiye, artêş û polîsên sînorî yên Miyanmarê  ji 9`ê Cotmehê ve heya nîveka  Kanûna 2016`an  herîkêm li  9 gund û navçên Raxînê destdirêjîya cinsî kirine.

Komîsaryaya bilind a mafên mirovan a NY jî li raporekê cinayetên plankirî yên artêşa Miyanmarê li dijî misilmanan  piştrast kirin.

Eyaleta Raxînê, li bakurê rojava Miyanmarê cihê jiyana  hejmareke zêde ya misilmanên Rohîngiyayê ji sala 2012`an heya niha  bûye meydana tund û tûjiya etnîkî ya tundrewên  bûdayî li dijî misilmanan.

Li encama tund û tûjiyên hanê bi sedan kes hatine kuştin û bi dehan hezar kesî ji tirsa canê xwe terka malên xwe dane û li kempên  qirêjû û netendirust li Bengladiş, Taylend, Maliziyê û Endûnizyayê sitirîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu