AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rêketina Wezîrê peywendiyên teknolojî û IT`ya Îranê û Wezîrê enirjiya Rûsiyayê bona berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan

Rêketina Wezîrê peywendiyên teknolojî û IT`ya Îranê û wezîrê enirjiya Rûsiyayê bilî girîng zanîna berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan li 4 salên bihurî, bona pêygîriya pilanên girêdayî bi çawaniya berfirehtir kirina hevkariyên abûrî navbera Têhran û Moskovayê bi hevra rêketin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mehmûd Waizî wezîrê peywendiyên teknolojî û IT`ya Îranê li hevdîtina duh şemiyê tev Aleksandêr Novak wezîrê enirjiya Rûsiyayê li kêlega civîna navnetewî ya abûrî li Senpitirzborgê got: Li van çar salên pêşber dê hevkariyên Moskovayê û Têhranê berfirehtir be ji ber ku îrada siyasî ya berpirsên du welatan evaye ku hevkariyên curbicur dinavbera Rûsiyayê û Îranê berfirehtir be.

Mehmûd Waizî destnîşan kir: Sermaya herî girîng dinavbera du welatên Rûsiya û Îranê çêbûna baweriya dirêj dinav her du welatan e û her li vê çarçîvê peywendiyên abûrî yên dinavbera du welatan sala par sedî 70 zêde bû.

Aleksandêr Novak wezîrê enirjiya Rûsiyayê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiyên ber bi pêşketinê ye du welatên Îran û Rûsiyayê got: Pêwîste ev peywendiyên hanê berfireh bin û mijar bona behregirtina ji zirûfên heyî dinavbera du welatan bibaşî amade bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu