CîhanEwropaNûçe

FARC`ê dev ji çekan berda

Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê diyar kir ku gerîlayên FARCê dê ji îro pê ve dev ji çekan berde.

Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Hikûmeta Kolombiyayê, 51 sal bûn ku bi hev re şer dikirin.

Santos di fuara Trîzm û Seyehatê ya li Bogotaya paytextê Kolombiyayê de axivî û got hinek kesan hê fehm nekirine ku şerê di navbera hêzên hikûmetê û FARCê de yê ku ji 50 salî zêdetir li ber xwe da xilas bûye.

Santosê Serokê Dewletê yê ku xelata Nobelê sitandibû got li welatê wan şerê ku wek ‘fabriqeya qurbanan’ dewam dikir êdî xilas bû piştî 40 salî rojên herî bêdeng dijî û wiha axivî: “FARC ji îro pê ve dest pê dike çekên destê xwe datîne.”

Derdora 7 hezar gerîlayên FARCê hene.

Farcê ji sala 2012ê û pê ve dest bi mûzkereyan kiribû.

Li Kolombiyayê zêdetirî 50 salan di navbera rêxistina FARC û hêzên hikûmata wî welatî de şer dewam kir.

Tê gotin di wî şerî de 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û 7 milyon kes ji malên xwe bûn.

FARC di sala 1964an de hatiye damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu