NûçeRojhilatanavinSûriye

Heşda Şeibî 2 gund û bajarokek li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistin

Heşda Şeibî raghand, ku hêzên wan 2 gund û bajarokek li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistin.

Berpirsê Nivîsîngeha Raghandina rêxistina Bedir li Kerkûkê, Hacî Cewdet ragihand, piştî despêkirina qonaxa pêncem a kontrolkirina navçeyên rojavayê Mûsilê, Heşda Şeibî bajarokê Eşwa û herdu gundên Hiwêtle û Hisên Cume li rojavayê Tileferê kontrol kirine.

Hacî Cewdet got ku ji despêka operasyona kontrolkirina navçeyên rojavayê Mûsilê, hêzên wan 149 gund ji DAIŞê rizgar kirine.

Berpirsê Heşda Şeibî herwiha diyar kir, kontrolkirina van navçeyan ji bo qutkirina rêya Mûsil û Reqayê pir giring e û got, “Bajarokê Eşwa û Tilebte giringtirîn pêhegên DAIŞê ne. bi kontrolkirina van deran guvaşa ser Tileferê jî zêdetir dibe.”

Ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha, Artêşa Iraqê jî 30 taxên rojhilatê bajêr kontrol kiriye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu