ÎranNûçeRojhilatanavin

Pesna azadiya mezheb û eşîretan li Îranê

Mamostayê zanîngeha Mexribê li kêlega civîna netewî ya nîzikkirina mezheban û wehdeta îslamî li Mihabadê pesna azadiya mezheb û eşîretan li Îranê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muhemed Kefîl mamostayê zanîngeha Mexribê li gotinên xwe yên duh li kêlega civîna netewî ya nîzikkirina mezheban û yekîtiya îslamî li Mihabadê bal kişande ser xebata teblîqatî ya hinek ji medyayên cîhanê bona berovajînîşandana rûveta Îranê got: Li sefera xwe ya bo Îranê ez pêhesiyam ku li Îranê azadiya mezhebî û etnîkî heye û yekîtiya îslamî bi başî li Îranê tê dîtin ku eva ciyê qedrzaniyê ye.

Vî mamostayê zanîngeha Mexribê destnîşan kir; mêvanheziya îraniyan nîşana behregirtina wan ji çanda îslamî û îranî ye ku ev yekîtî û hevgirtina dikare bibe mînak ji bo hemû welatên îslamî.

Muhemed Kefîl ji welatên îslamî xwest ji Îranê mînak werbigrin ta ku yekîtî û hevgirtina îslamî rewac peyda bike û aşitî û biratî li nav welatên îslamî li cîhana îslamê serdest bibe.

Civîna netewî ya nîzikkirina mezheban û yekîtî û hevgirtina îslamî duh sêşemê li bajarê Mihabadê li rojavaya Îranê bi rê ket û mêvanin ji welatên Nîciriyê, Qena, Mexrib û Gînê pişkdarê vê civînê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu