ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Bêparkirina sûriyan ji Hecê bi mihaneyên siyasî

Rayedarên rejîma siûdî îsal jî ji bo sala pêncan bidû hev, xelkê Sûriyê ji cihanîna ferîzeya Hecê bi mihaneyên siyasî yên girêdayî krîza Sûriyê, bê par kirin.

Li gor rapora ajansa Tesnîm, Komîteya Bilind a Hecê ya Sûriyê îro bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku rayedarên siûdî îsal jî her wek çar salên berî viya nehêştin ku xelkê misilman ê Sûriyê ferîzeya xwe ya Hecê cih bînin. Wezareta Hecê ya Erebistanê herwiha hazir nebû ku rêketinameyên fermî yên derheq Hecê  bi wezareta Uqafê ya Sûriyê re îmza bike ku eva li dij pêsparteya normal ya Erebistanê li vî warî de ye.

Li vê daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku wezareta Hecê ya Erebistanê gişt têbînî û mulahizeyên olî û exlaqî xistine bin lingên xwe da ku nehêle misilmanên sûrî ferîzeya xwe ya Hecê cih bînin.

Birêvebirê Civaka Cîhanî ya El-Mustefa Şêx Samir Ubeyd jî li gotûbêja bi ajansa Tesnîmê re li bara siyasetên Erebistanê derheq merasimên Hecê got: Kiryarên Erebistanê li bara girtina pêşiya misilmanên Sûriyê ku nikarin ferîzeya Hecê cih bînin,  tam zalimane û li dij qayide û qirarên şeryî û olî ye.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu