AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirebûna peywendiyên parlimanî yên Îran û Bêljîkayê

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, roja yekşemê li hevdîtina tev Dîrek Ven Dêrmalên, serokê Komîteya Peywendiyên derveyî ya Meclisa Bêljîkayê, li Têhranê got: Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, pişta berfirekirina peywendiyên di navbera her du welatan de di hemû warên ku du welat hez dikin de û bi taybet di warê aborî û bazirganiyê de digire ber xwe.

Larîcanî, herwiha nihêrîna newekhev a welatên rojavayî li hember mesela mafên mirovan, rexne kir û destnîşan kir: Welatên rojavayî, bêyî berçavgirtina cinayetên 70 salî yên Rejîama Siyonîst li hember xelkê Filistînê û yan jî kuştina xelkê Yemenê bi destê Rejîma Alê Siûd ve, hin welatan û ji wan Îranê, bi mihaneyên pûç û bêbingeh, bi binpêkirina mafên mirovan re tawanbar dikin ku eva nayê qebûlkirin.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, nîgeraniya xwe ya ji ber hebûna krîz û qeyranê li hin welatên navçê jî diyar kir û destnîşan kir: Mixabin Amerîka û hevgirtiyên wî yên li navçê, nihêrîneka ne wekhev li hember terorîsmê hene û bi qasî pêwîst ji bo ji navbirina wê diyardeya bixeter, naxebitin.

Dîrek Ven Dêrman, serokê Komîteya Peywendiyên Derveyî ya Meclisa Nûneran a Bêljîkayê, jî di vê hevdîtinê de got: Meclis û dewleta vî welatî, hes dikin ku peywendiyên di navbera welatê xwe û Îranê de di warên siyasî, aborî, çandî û parlimanî wekî welatekî girîng û dîrokî li navçe û cîhanê, berfireh bike.

Dîrek Ven Dêrman, herwiha got: Bêljîka dijî kuştina xelkê li Filistîn, Sûriye, Yemen û welatên din ên navçê ye û her wekî Îranê, li ser vê bawerê ye ku divê meselên navçê bi riya siyasî û bi gotûbêjê çareser bibin.

Dîrek Ven Dêrman, serokê Komîteya Peywendiyên Derveyî ya Meclisa Nûneran a Bêljîkayê, destnîşan kir: Şêwirîna rasterast a Bêljîka û Îranê li ser meselên dualî û navçeyî pirr girrîng e û wê alîkariya wegeryana aştî û aramiyê bo navçê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu