AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdekirina firotina nifta Îranê bo Asyayê

Derfirotina nifta Îranê bo Asyayê gihîşte zêdetir ji 1.7 miliyon bermîl di rojê da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, kirrîna nifta Îranê ji aliyê çar welatên Çîn, Japon, Hindustan û Koreya Başûr li meha Hezîrana 2016`an bi zêdebûneke ji sedî 47`ê li gorî vê heyamê di sala 2015`an gihîşte miliyonek û 720 hezar bermîlî di rojê da.

Bikirrên kevn ên nifta Îranê li Asyayê ku heta li dewrana boykotan jî nifta Îranê dikirîn, piştî cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar asta kirrîna nifta Îranê zêde kirin; Bi awayekî ku derfirotina nifta Îranê bo Asyayê di meha Hezîrana 2016`an gihîşte asta xwe ya herî jorîn.

Di heyama boykotan, welatên asyayî (Çîn, Hindustan, Koreya Başûr û Japon) bikirrên herî mezin ên nifta xav a Îranê bûn û piştî rakirina boykotan hema wisa wek bikirrên sereke yên nifta Îranê tên naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu