NûçeRojhilatanavinYemen

Berçavgirtina heq û viyana gelê Yemenê tenê riya çareserbûna krîza vî welatî ye

Serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê ser amadebûna artêşa vî welatî bona sekinîna li hemberî desdirêjiyên Rejîma Alê Seûd sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Muhemed Elî El-Hûsî Serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê got: Eger Erebistan hemû diravê xwe yê ji firotina niftê tîne dest jî bona şerê dijî xelkê Yemenê tbikar bigire dîsa jî nikare li hemberî viyana xelkê Yemenê raweste.

, Muhemed Elî El-Hûsî bal kişande ser serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê dijî terorîstan û grûpên çekdar yên neyarê dewleta Şamê û got: Artêşa Sûriyê karî li hemberî dijminan li ber xwe bide û serkeve.

Firokên şerî yên Erebistanê li dewama destdirêjiyên xwe yên ser axa Yemenê îro pêncşemê navçeyên parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê bombebaran kirin û heta niha hejmara kuştî û birîndarên vê destdirêjiyê nehatine ragihandin.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê şeva çarşemiyê pê mûşekan êrişî ser embarên çek û sîlahên li Necranê li başûra Erebistanê kirin û ewna jinav birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu