ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Civata Şarezayên Rêberiyê: Armanca zorbêjan, derbelêxistina li esasa Inqilaba Îslamî ye

Berdevkê taxima serokatiyê ya Civata Şarezayên Rêberiyê teqez kir: Hemî pirsgirêkên îstikbarê tev gelê Îranê, ji bo serdestiya ola Îslamê li welêt e û armanca herî giring a dijmin derbelêxistina li esla inqilabê û wilayeta feqîh e.

 Ayetullah seyd Ehmed Xatemî, berdevkê taxima serokatiyê ya Civata Şarezayên Rêberiyê, roja duşemiyê li merasima tazîdariya  şehadeta Îmam Ceferê Sadiq(s)  li Qezvînê li rojava Têhranê got: Îstikbara cîhanî dê qet nekaribe derbelê li Komara Îslamî ya Îranê xîne.

Ayetullah seyd Ehmed Xatemî bal kişand ser hêza bilind a  bergîriyê ya Komara Îslamî ya Îranê li hember dijminan û destnîşan kir: Îran gihêştiye asteke  serketin û pêşketina li warên curbicur ku dikare  mûşekên  dûrmenzîl berhem bîne.

Îro duşem, 9 Tîrmeha 2018`an , 25 Şewala 1439 Koça hîvî, salroja şehadeta Îmam Ceferê Sadiq (s) e.

Başa dön tuşu