CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê dewleta Îranê: “Dijmin û Munafiq xêrnexwazên gelê Îranê ne“

Berdevkê dewleta Îranê tevî amajeya bi gotinên hin dijminan derbarê aloziyên vê dawiyê de got: “Dijmin û Munafiq xêrnexwazên gelê Îranê ne“

Ji pêncşemiya heftiya bihurî va hejmareka xelkê liçend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Rayedarên amerîkî, Rêjîma Siyonîst, Brîtanya, Rêjîma Siûdî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî hewilê dan ku van kombûnan di riya pêkanîna alozî û tevliheviyê bi rê ve bibin.

Berdevkê dewleta Îranê, Mihemed Baqir Nûbext roja Sêşemiyê li nav nûçegihanan got: “Amerîka, Rêjîma Siyonîst û hevpeymanên wan ji wan koma têrorîst a Munafiqînê ji ber van bûyeran şa bûne“.

Nûbextî her wiha got: “Dijminên Îrana Îslamî ku xuya têrorîstî hene, dil hene ku kesên bêguneh bikujin û komplo û tevliheviyê bi rê xînin“.

Berî viya jî, li komploya sala 2009an dewletên Amerîka, Inglîs  û kesên ser bi wan li pêvajoya nearamiyên piştî dora dehem a hilbijartina serokoamrtiya Îranê tevahiya îmkan û derfetên xwe anîn meydanê da ku derbeyê li hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê xînin, lê gelê hişyar ê Îranê, komplo û fitneyên wan pûç kirin.

Başa dön tuşu