CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Merzîye Haşimî: Ez ji ber dijminatîya Amerîkayê ya li hemberî Îranê hatim girtinê

Nûçegîhana PRESSTV`yê Merzîye Haşimî dema giheşte Balafirgeha Imam Xumêynî (RE) a Têhranê, got: Ez ji ber dijminatîya Amerîkayê ya li hemberî Îranê hatim girtinê.

Nûçegîhana PRESSTV`yê Merzîye Haşimî ku li Amerîkayê hatibûn girtinê, şeva buhurî zivirî Îranê û li Balafirgeha Imam Xumêynî (RE) a Têhranê ji hêla gel û berpirs û çalakên mêdyayî va bi awayekî germ hat pêşwazîkirinê.

Merzîye Haşimîyê li koma nûçegîhanan got: Piştî ku ez li Amerîkayê hatim girtinê, pê hesîyam ku Komara Islamî ya Îranê çiqasî ji bo dewleta Amerîkayê girîng e û amerîkî dilgiranê 40 salîya Inqilaba Islamî ya Îranê ne.

Nûçegîhana PRESSTV`yê Merzîye Haşimîyê pêgirî kir: Gelê Îranê rêyeke durist girtîye ber xwe û Xwedê teala rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî biparêze, heke hûn li derveyî welêt bin, dê qîmeta rêber, welat û Komara Islamî ya Îranê bizanibin.

Merzîye Haşimîyê herwiha pesna pişkdarîya berfire ya gel û çalakên mêdyayî di merasima pêşwazîya ji wê li Balafirgeha Imam Xumêynî (RE) da.

Polîsên Amerîkayê roja Yekşem 13`ê Çillê Merzîye Haşimî pêşkêşvana esilamerîkî ya PRESSTV`yê ku ji bo dîtina malbata xwe çûbû wî welatî bê tawan girtin.

Merzîye Haşimîyê ku tenê carekê bi rêka telefonê digel malbata xwe qise kirîye, gotîye ku di zîndanê de çarşev û laçika wê bi zorê rakirine, qeyd û bend xistine dest û pêyên wê û tevî ku nexwestîye xwareka ku goştê beraza têda bûye, xarekên helal nedanê bi awayekî ku di van çend rojan da tenê nanê tisî ber destê wê hebûye.

Başa dön tuşu