ÎranNûçeRojhilatanavin

Îro; Destpêbûna dewra dehan a meclisa şêwra islamî ya Îranê

Dewara dehan a meclisa şêwra islamî ya Îranê îro şemiyê, 28`ê Gulana 2016`an, bi fermî dest pê dike.

Li destpêka karê meclisa şêwra islamî ya Îranê peyama rêberê mezin ê Inqilaba Islamî hat xwendin.

Piştî xwendina peyama rêberê mezin ê Inqilaba Islamî ya Îranê endamên taxima serokatiya li ser esasa temenê rêvebiriya meclisê digirin ustiyê xwe û dûra merasina tehlîf anku sondxwarina bijartiyên meclisa şêwraya islamî pêk tê.

Erka taxima serokatiya li gorî temenê ya meclisê ev e ku taximma serokatiya berwext a meclisê bibjêre.

Taxima berwext a serokatiya meclsê hetanî ku hêtibarnamên parlamenterên din ên meclisê bên hilkolandin û pejirandin, meclisê bi rê va dibin û paşê endamên taxima serokatiya hertimî ya meclisê bo mudeha salekê tên bijarin .

Axaftina serokomêr û wezîrê karên hundir li bara hilbijartinê ji bernamên sereke yên vebûna dewra dehan a meclisa şêwra islamî ya Îranê ye.

Paşê wê parlamenterên meclisa şêwra islamî ya Îranê herin tirba pîroz a Îmam Xumêyînî (Rehmeta Xwedê lê be), xîmdarê Komara Islamî ya Îranê û mezargeha şehîdan û soza xwe ligel xîmdarê Komara Islamî ya Îranê dubare bikin.

Li qonaxa yekem a hilbijartina dewara dehan a meclisa şêwra islamî ya Îranê ku 26`ê sibata 2016`an bi rê ket, 221 parlamenter hatin bijartin û li qonaxa dudiyan jî ku roja 29`ê Nîsana 2016`an bi rê ket 68 parlamenterên din hatin bijartin.

Her dewreke meclisê 4 sal e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu