ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Li ‪Îranê‬ perwerdehiya zimanê ‪#‎kurdî‬ were destpêkirin

Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî da zanîn ku li herêmên ku kurdî û tirkî li wan tên axiftin, dê perwerdehiya van zimanan were destpêkirin.

Li gorî malpera Ajansa fermî ya Îranê, ÎRNAyê Cîgirê Serokomarê Îranê Alî Yûnûsî got, ku ev proje li Kurdistanê di dibistanên bajaran de tê sepandin û gava ku bingeha wê temam bibe dê li herêmên din jî were destpêkirin.
Herwiha Yûnûsî anî ziman ku mijara perwerdehiya zimanê Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê, bi salan e ji aliyê gelê herêmê ve dihat xwestin û di dawiyê de pêk jî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu