IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Esayib Ehlî El Heq: Eger hikûmet û parlamento nikarin helwêst dijî hêzên Amerîkayê nîşan bidin, emê li wan hêzan bidin

Îro 07.01.2019ê Berdevkê Esayib Ehlî El Heq Cewad Telîbawî bi beyanameyekê ragehand, pêwîste hikûmet û parlamentoya Iraqê helwêsteke tun dli hember hêzên Amerîkayê yên li Iraqê nîşan bide.

Cewad Telîbawî ragehand: ‘’Eger hikûmet û parlamento nikarin helwêst dijî hêzên Amerîkayê nîşan bidin, emê li wan hêzan bidin.’’

Li gor wî rêveberê Esayib Ehlî El Heq, vegera hêzên Amerîkayê ya şeqama Mutenebî ya paytexta Iraqê Bexdayê, ‘’Binpê kirina aşkera ya serweriya Iraqê ye û destdirêjiye.’’

Başa dön tuşu