ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê bo Destdirêjîya Siûdîyan hişyari da

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê derbarê astengîderxistina di riya cihanîna Lihevkirina Swêdê hişyarî da Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî.

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê, Yehya Serî’, Sêşemiyê bi şev destnîşan kir: Eger Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî astengîderxistina di riya cihanîna lihevkirina Swêdê bidomîne, dê tûşî bersiva tund a Yemeniyan were.

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got: Destdirêjkerên siûdî û kirêgirtiyên ser bi wan di 72 saetên bihurî da 283 caran agirbesa li bajarê Hudeydeyê li rojavaya Yemenê binpêkirine.

El Serî ,pêştir jî ragiahndibû ku binpêkirina agirbesê li Hudeydeyê ji aliyê Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî nîşana sersariya destdirêjkeran li hemberî biryarnameyên NY û hwildanên Civata Cîhanî jibo pêkanîna aştiyê li Yemenê ye.

Başa dön tuşu