NûçeRojhilatanavin

Berdevkê hêzên dewleta Yekitiya neteweyî ya Lîbyayê: Me kontrola Sêrtê girt destê xwe

Berdevkê hêzên ser bi dewleta Wifaqa neteweyî ya Lîbyayê diyar kir piştî pevçûnên li dijî koma tekfîrî – siyonîstî ya DAIŞ`ê hêzên wan tam kontrola bajarê Sêrtê bi dest xistine agahî da.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê, sertîp Muhemed El-Xesrî got: Şerê sereke li bajarê Sêrtê bi dawî bûye û navça  El-Cîzeyê ya vî bajarî tam hat paqijkirin. Hin paşmayiyên DAIŞ`ê li başûrê Sêtê mane ku emê li ber wan rawestin. Ev komên biçûk revîne başûrê bajêr.

El-Xesrî got: Piştî bêencamkirina bombeyan û maynan li bajarê Sêrtê, dê arwestana  li ber van komên biçûk li abşûrê rojhilat destpê bibe. Hela nikarin bibêjin li bajarê Sêrtê sedî sedî û tam ewlehî heye jiber ku reng e li beşek ji bajarê mayn hebin ku teqîna wan canê xelkê sivîl bigire. Me nêzîkî sed jin  û sed zarok ji bajarê Sêrtê birin û gihandina alîkariyê bo wan didome.

Wî destnîşan kir: Piştgiriya hêza hewayî ya Emerîkayê ji me hewsengiya qawetê guhert. Balefirên emerîkî derbên giran li dijmin xistin ku hewsengiya qawetê ser qazanca me guhert. Em ji civaka cîhanî daxwaz dikin amûrên keşf û bêencamkirina maynan bişîne bo me. Piştî paqijkirina maynan ji kolanên  bajarê Sêrtê dê rewş xweş bibe ku xelkê wir vegerin malên xwe.

Dijmin nav şerê xwe trimbêlên bombekirî bikar dianî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu