CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî: NY bi baldarî dosyeya Xaşiqçî dişopîne

Berdevkê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) wek berteka li hemberî nûçeyên belavbûyî derbarê kuştina Cemal Xaşiqçî nivîskar û rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî li Istenbûla Tirkiyê, got: NY bi baldarî dosyeya Xaşiqçî dişopîne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Berdevkê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Ducarîk destnîşan kir ku NY li bara wendabûna vî rojnamevanê erebistanî bi fukar e.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê dewleta Erebistanê roja 2ê Cotmeha 2018an ji dema ku çû nav konsolxaneya vî welatî li Istenbûlê, wenda bûye.

Çavkaniyên mêdyayî yên Tirkiyê ragihandine ku Xaşiqçî li nav konsolxaneya Erebistanê hatiye kuştin û leşê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Kanala El Cezîrê ya Qetyerê jî berbanga Yekşemiyê qala peydabûna leşê Cemal Xaşiqçî li navçeyeka Istenbûlê kir.

El Cezîrê ragihand ku Cemal Xaşiqçî beriya ku bê kuştin, li konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê hatiye işkencekirin.

Rêxistina Lêbihurandina Navneteweyî wek berteka li hemberî nûçeyên kuştina Cemal Xaşiqçî bi daxûyaniyekê ragihand ku kuştina Cemal Xaşiqçî bi vê wateyê ye ku rexnekiran heta li derveyî Erebistanê jî ewlehiya xwe ya canî tunene.

Ev çalakê çapemeniyê yê rexnekirê Erebistanê sala bihurî piştî rexneya j hn biryarên rayedarên Erebistanê û destwerdana leşkerî li Riyazê ji tirsa girtina xwe ji aliyê Rêjîma Alê Siûd va, revî derveyî vî welatî.

Bûyera wendabûna Cemal xaşiqçî rojnamevanê siûdî ku hela jî haya kes jê tune ka çi hatiye serê wî, serkutkirina rêjîma Alê Siûd li dijî rojnamevanan li Erebistanê xistiye qada mêdyayên cîhanê.

Başa dön tuşu