FilistînNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Cezakirina dagîrkerên Siyonîst pêwîst e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê kiryara têrorîstî ya rêjîma dagîrkera Qudsê ya êrîşa ser Xezeyê û têrorkirina fermandarekî Cîhada Îslamî ya Filistînê şermezar kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha li ser pêwîstiya şopandin û cezakirina dagîrkerên Filistînê di mehkemeyên navneteweyî wek cinayetkarên cengê pêgirî kir.

Mûsewî tevî sipasiya ji têkoşîna rewa û berxwedana mêrxasane ya gelê Filistînê, yekîtî û berxwedan tenha bijardeya gel di têkoşîna dijî dagîrkerên Filsitînê da zanîn.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi bêdengî û bêtevgeriya rêxistin û civatên navneteweyî li hemberî destdirêjî û kiryarên têrorîstî yên Rêjîma Siyonîst, got: Mixabin bi saya piştgiriya ji vê rêjîma zarokkuj û Sefak, cinayet û têrora gel û têkoşerên filistînî li nav û derveyî erdên dagîrbûyî hatiye domandin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha ji sazî û civatên navçeyî û navneteweyî xwest ku erk û berpirsiyariya xwe ya însanî û qanûnî jibo rawestandina kiryarên têrorîstî yên dagîrkerên Qudsê û piştevanioya ji gelê bêberevan û mezlûm ê Filistînê cih bînin.

Rêjîma Siyonîst berbanga Sêşemiyê bi êrîşa ser rojhilata Zîvala Xezeyê Beha Ebû Eta ji fermandarên Tevgera Cîhana Islamî ya Filistînê û jina wî şehîd kirin û sê kes ji wan du zarokên wan jî birîndar kirin ku halê wan jî xerab e.

Başa dön tuşu