EwropaNûçe

HER DÛ ŞEYTANÊN MEZİN CİVÎYAN…Obama yê ku bi Netanyahu re hevdîtin kir: Hevalbendiya me ya bi Îsraîlê re wê dewam bike

Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di çarçoveya Lijneya Giştî yê NY de li New York li hevdu civiyan.

Obama berê hevdîtinê xw eya bi Netanyahu re ji bo rojnamegeran daxuyaniyek da û diyar kir ew ê bi Netanyahu re geşedanên li Îsraîl û Şeriaya Rojava binirxîne û got “em di mijara faaliyetên îskanê de bi fikar in û em hêvî dikin ku hevbeşiya me bi Îsraîlê re wê di pêkanîna aşitiyê de jî dewam bike.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî anî ziman ku hedefa wan a herî mezin ew e ku aşitî pêk were û gelê Îsraîl wê tu caran dev ji vê armancê bernedin. Netanyahu diyar kir ku Obama yê ku ji bo peywira wî 3 meh maye, li Îsarîlê wê her tim bi kêfxweşî were pêşwazî kirin û ji bo lîstika golfê Obama dawetê mala xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu