CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Kuştina 47 emerîkiyan li encama êrişên çekdariyê li 48 sietên buhurî

Li encama êrişên çekdariyê, yên 48 sietên bihurî li Emerîkayê, herîkêm 46 emerîkî hatin kuştin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, navenda amara  gulleavêtina li Emerîkayê ragihand: li 179 mijarên avêtina gulleyan li seranserê vî welatî li 48 sietên buhurî, herîkêm 46 emerîkî hatin kuştin û 114 kesên din jî birîndar bûn.

Ev êriş li eyaletên curbicure  Emerîkayê qewimîne.

Hejmarek ji  goriyên  gulleavêtinên hanê, zarok û nûgiha ne.

Her wiha  ji destpêka  sala 2016`an  heya niha, zêdetir ji 50 hezar mijarên  gulleavêtinê li seranserê Emerîkayê hatine ragihandin ku li encama  van gulleavêtinan, nêzîkî 13 hezar kes hatine kuştin û 27 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Tevî daxwaza grûpên  alîgir û berevanê mafên  welatîbûnê li Emerîkayê,  ji ber qaweta  lobiya  çekan heya niha  koşka Sipî jibo kivşkirina  hin qanûnan li bara sînordariya  firotina  çekan bi ser neketiye.

Navenda amarê ya gulleavêtinê li Emerîkayê  çavkaniyeke  komkirina  gulleavêtinê li eyaletên  seranserê vî welatî ye .

Lêzanînên  vê çavkaniyê ji du hezar medyayê nûçên xwecî li Emerîkayê, grûpên  mafên mirovan, çavkaniyên  dewletî û çavkaniyên ticarî di rojê de tên komkirin û armanca wê raberkirina  lêzanînan li bara  tund û tûjiyên  li encama gulleavêtinê li vî welatî ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu