ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê: Têhran qet naxweze bi Amerîkayê re gotûbêj bike

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Heya dema ku Amerîka bi gelê bi şaristanioyet ê Îranê bi rêz û hurmet neaxive, em qet fikra gotûbêja di tu warekê bi rejîma amerîkayê re nakin.

Behram Qasimî, roja îniyê li berteka li hember gotinên serokomarê Amerîkayê li bara sepandina boykotên bêmînak û di eynî demê de hêvîdariya ji bo hevhatineka giştalî ya bi Îranê re, herwiha got: Îranî li dîroka xwe ya bi şanazî nîşan dane ku qet wê li hember gefxwerinê, kiryar û fikr û reftara xwe ya bi aqil, neguherînin û naguherînin jî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Lihevkirina Navokî, mînaka bêsozî û binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî ye ku li rex bêsozî, astengîderxistin û kiryarên yekalî yên Amerîkayê, bûye sedema riswatiya zêdetir û dîrokî ya vî welatî.

Qasimî destnîşan kir: Dewlet û gelê Îranê bi palpiştiya li şiyan û hişmendî û cidiyeta xwe, qet bejna xwe li ber gefên delwtên curbicur ên Amerîkayê natewîne û qet wê li hember zorbêjiyê bêdeng nemîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Dewleta Amerîkayê wekî terorîsta aboriyê, nikare derbê li vîna gelê Îranê ku bi biryar e serxwebûna xwe biparêze û li hember terorîstmê bisekine û sozdarê aramî, ewlehî û geşepêdana aborî ya li navçê ye, bide.

Qasdimî herwiha got: Ya baş ev ku Donald trump, dewsa ku hêvîdariya xwe ji ber gihîştina bi hevhatineka giştalî bi Îranê re nîşan bide, gef, boykot, zexanîn, bêsizî û karên yekalî li hember welat û netewên din ên cîhanê bide sekinandin.

Başa dön tuşu