ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê teqînên têrorîstî li Efxanisdtanê şermezar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê teqînên têrorîstî li rojavaya Kabola paytexta Efxanistanê şermezar kirin.

Li du teqînên têrorîstî yên roja Çarşemiyê li navçeya “Deşta Birçî” li rojavaya Kabolê, 22 kes ji wan du nûçegihan hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê berpirsiyariya van du teqînan girte ustiyê xwe.

Li gorî rapora Rêvebiriya gişt a Dîplomasiya mêdyayî ya Wezareta Karên derve, Behramê Qasimî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê tevî şermezarkirina tund a teqînên têrorîstî li rojavaya Kabolê, hevderdiya xwe digel dewlet, gel û xizm û kesên goriyên vê cinayeta têrorîstî diyar kir.

Navçeyên cûrbicûr ên Efxanistanê di mehên dawî da bûne şehedê zêdebûna êrîş û teqînên têrorîstî û zêdebûna nearamiyan li vî welatî, bûye sebeba nerazîtiya gelê Efxanistanê.

Koma têrorîst a DAIŞê her wiha Koma Talibanê heta niha berpirsiyariya pirraniya êrîş û teqînan li navçeyên cûrbicûr ên Efxanistanê girtine ser milê xwe.

Zêdebûna nearamî û çalakiya komên têrorîst li Efxanistanê di rewşekê da ye ku Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji sala 2001’ê va bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehiyê li Efxanistanê li vî welatî bi cih bûne.

Li gorî ragihandina rayedarên Kabolê, hebûna amerîkiyan li Efxanistanê, tenê bûye sebeba zêdebûna nearamî, têrorîsm û berhemanîna madeyên hişber li vî welatî.

Başa dön tuşu