IraqNûçeRojhilatanavin

Berdewamiya operasiyona hêzên iraqî ji bo azadiya Mûsilê

Hêzên iraqî li çarçova operasiyona xwe ya azadkirina Mûsilê ji bin lepên grûpa terorîst a DAIŞ`ê çend deverên din ji vî bajarî azad kirin û gelek terorîst jî kuştin.

Li gor rapora Al-Alamê, alîkarê hêzên gelanî yên Iraqê (Heşdî Şebî) Ebû Mehdî El-Muhendis îro got ku dewra çaran a operasiyona azadkirina rojavayê Mûsilê bi dawî hat û pêwendiya vî bajarî bi dever û bajarên din ên Iraqê hat qutkirin. Wî herwiha got ku li beşa rojhilata Mûsilê jî hêzên hevpar ên iraqî gundê Berxentî ji destê DAIŞ`ê derxistin û ala iraqê li wir hildan û gelek terorîst kuştin û gelek xisarên giran jî li terorîstan xistin.

Li vê operasiyonê de 12 hêzên iraqî jî jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên iraqî herwiha bi alîkariya hêza hewayî ya artêşa vî welatî li başûra Mûsilê 40 tankerên ardûyê yên DAIŞ`ê ji nav birin.

Balafirên iraqî herwiha du tûnelên DAIŞ`ê li rojavayê gundê Ezebeyê li başûra Mûsilê kirin hedefa êrişa xwe û hilweşandin.

Hêzên iraqî herwiha gorneke komkî li başûra Iraqê peyda kirin ku piraniya goriyên wê zarok in.

Li gor vê raporê hêzên hevpar ên iraqî gişt riyên Mûsilê ber bi bajar û parêzgehên din ên Iraqê xistine kontrola xwe û bi tenê riya Mûsi-Teleferê maye.

Hêzên hevpar ên Iraqî herwiha deverên bakûra rojava ya Mûsilê û devera Zabê ya vî bajarî azad kirin û ala Iraqê li wir hildan.

Hevdemê serkevtinên hêzên iraqî li hemberê grûpa terorîst a DAIŞ`ê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got: Hêzên Iraqê yên hevpar li gor bernama diyarkirî ji bo azadiya Mûsilê tevdigerin û bi pêşve diçin.

Ebadî got: Piraniya gund û bajarên bakûra Iraqê ji destê DAIŞ`ê azad bûne û xelkê van deveran li mal û avahiyên xwe de ne û hêzên iraqî jî bona ewlehiya wan dixebitin.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17 Cotmeha 2016 bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî despê bû  û hîn berdewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu