AsyaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Berevaniya beravên Tirkiya 144 koçber girtin

Hêzên berevaniya beravên Tirkiya duh sêşemê 144 koçberên ne yasayî binçav kirin, dema ku hewldidan derbasî welatê Yûnanê bibin.

Li gorî daxuyaniya parêzgeha izmîr ya Tirkiya yê, ku tîmên berevaniya beravan 144 koçberên ne yasayî ji wan sê welatên Tirk tê gumankirin ku ew qaçaxçîbûn hatin binçav kirin.

Herweha daxuyaniyê diyar kir ku berevaniyaberavan ew 144 kes li ser pênc nifşan binçav kirin di deryaya Ege de ta gîhana wan bo Yûnanê têk bibin.

Ji hêla xwe ve berevaniya beravan diyar kirin ku 33 koçberên ne yasayî nêzî beravên navçeya Çeşme liIzmîrê hatin binçav kirin, û 17 dî li navçeya Dîdem ya bi ser parêzgeha aydin ve.

Herweha 49 koçber li ser du nifşan li navçeya Koş adasi li Izmîrê hatin girtin, û 45 li Edremit ya bi ser Balikesîr de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu