ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Seyyid Elî Xamaneyî wê beşdarî civîna bi dehan hezar kesî ya Xizmeta Besîciyan bibe

Li gorî rapora Nivîsgeha Parastin û Weşandina berhemên hezretê ayetulah Xamineyî, beşdarên li vê civînê, komên cîhadî yên besîcî ne ku meha Şehrîwer a îsal (Tebax û Îlona 2018`an) beşdarî meşqa Xizmetê ya Besîciyan bûn û xizmetên curbicur raberî çînûqatên bêpar ên di warên avedanî, tendurustî, çandî û perwerdehiyê de kirin.

Serdar Xulam Hisên Xêybpûr, serokê Saziya Besîc a Mistezefan, bal kişand ser vê yekê ku nêzî 150 hezar kes li mijara xizmetgihandinê li seranserî welêt li taxên bajaran û rexê bajaran, xizmetên curbicur ên di warên çandî û civakî û perwerdehî, pêkanîna derfetên xebatê, avedanî û tendirustiyê raber kirin got: Ev meşq û manovra ji 9 heya 29`ê meha şehrîverê ve (31`ê Tebaxê heya 20`ê Îlonê) hate lidarxistin.

Serdar Xêybpûr, destnîşan kir: Ev meşqa ji bo pîvana amadetiya besîciyan ji bo gihandina xizmetan bo çînûqatên bêpar cih hat û xeleka dawîn û meşqê, kombûneka 700 hezar kesî li navendên parêzgehan e ku bi dehan hezar kes ji wan wê roja pêncşemiyê li Têhranê kom bibin.

Başa dön tuşu