MisrNûçeRojhilatanavin

Li Misirê goristaneke 3 hezar salî ya firewnan hate dîtin

Di encamdana vekolînên arkeolojîk ên Misirê de goristaneke hezar salî a firewnan ku tê de 40 lahîd û bi hezaran peykerên biçûk hene, hat dîtin.

 Wezîrê Asar û Berhemên Dîrokî Xalid el-Ananî di civîneke çapemeniyê de li ser vekolînên li bajarê Minyeyê axivî û da zanîn ku goristaneke firewnan a hezar salî ku tê de 40 lahîd û bi hezaran peykerên biçûk hene, hatin dîtin.Ananî bilêv kir ku vekolînan di sala 2017an de destpêkirin û ji bo famkirina van berheman bi salan dem û lêkolînên dûr û dirêj divê.

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Berhemên Dîrokî Mustafa el-Wezîrî jî amajê pê kir ku behrem ayîdê Serdema Dereng a Firewnan (B.Z. 332 — 1085) e û vekolînên li herêmê bi qasî 5 salan dom kiriye.

Herwiha Vezîrî dide zanîn ku ev bermayiyên dîrokî yên mumyakirî baş hatine parastin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku di vekolînên Misirê de berhemên bi hezaran salan dêrîn tên derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu